ewey pêkenî

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  355 Dîtin
ewey pêkenî bo yek cirîwe
peřî tawsî dyare nedîwe
ewey bê huner ke xoy hełkêşa
le nefamîya bê şik çeqîwe
hendê kes kewa goranî ełên
xoyan be xawen huner nasîwe
ewey be şa’îr xoy nîşan eda
be bê twana řêgey biřîwe
pyawî serserî sermayey destî
kirdarî pîse û qîje û qirîwe
ew meley kewa win eka laney
pest û bê feře ẍełet fiřîwe
ewey be diro jîn beser eba
bergî napakî be jîn diřîwe
ewey ke řêgey çakî win eka
le naw tewîley jîna bezîwe
ew dirextey wa bê xêr û ziř bê
umêd nakirê lew ber û mîwe
lawî nalebar bawkîşî mabê
naw û kirdarî çeşnî hetîwe
ew bazirganey bê sermaye bê
le fêł û ḧîle qazancî dîwe
ewey bedbextî dost û yarî bê
tan û poy jînî be jan tenîwe