lenaw şemendefera

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  272 Dîtin
lenaw fargonî şemendefera
emşew tûşim bû yek řûmet çira
emin be kurdî ew turkimanî
le dinyay ’eşqa tefahum kira
witim: maçêkim ewêt le kułimit
zor be asanî maçim pê dira
ke geyştîne şarî «celewla»
le diłdarîya perde ladra
witî: zû zanîm ke to şa’îrît
zor çak ew şoxe be min nasra
ke şemendefer geyşte kerkûkCih
xoman nîşan da wek xuşk û bira
ew witî: bay bay, min witim: way way
ew xewe çî bû emşew bînra