nîgarêkim ewê

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  260 Dîtin
nîgarêkim ewê şîrîn û cwan bê
qed û bałay wekû serwî řewan bê
le xoya xanedanî aşkira bê
newek bapîr û babî xanedan bê
hemû řojê dû sê car xoy egořê
le naw mała beřêz û xan û man bê
le watey dayk û bawik û kes netorê
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira
le kirdarî hełey têda nebînrê
le her kara gelê nerim û nyan bê
demî piř xende bê le her kat û satê
le qaqa û cirit û firta bê nîşan bê
legeł xenfûsî lusa řanewestê
siruştî wek firîştey asman bê
be boye qet sûr neka qet kułim û lêwî
řewştî pak û xawên û giran bê
eger bê wanebê her newnîgarê
eşê duçarî azarî jyan bê