heste řaweste

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  466 Dîtin
heste řaweste ba temaşat kem
seyrî řûmet û bejin û bałat kem
ewsa danîşe leser řanekem
têrupiř maçî dem û gonat kem
diłim pêdawî xot agadarî
deba řoḧîşim be to xełat kem
herçî ke heme le mał û saman
legeł jyanma giştî fîdat kem
her to sermayey bextyarîmî
îtir boç le des bextim şikat kem
xwa be toy bexşî tacî cwanî
bo ’erşî cwanî bo çi be temat kem
hatî bexêr bêyt, xo ger neşhatî
nabê min basî hat û nehat kem