řojî newroz

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  706 Dîtin
emřo zor xoşe řojî newroze
řojêkî yekcar berz û pîroze
let let kirawe dêwî diłtengî
tenha bedbextî le ẍem ałoze
bełam nazanim aramî gyanim
boç wekû minał emřo giřoze?
řengite le daykî diłî řencabê
egerçî bo ew gelê diłsoze
xot derxe wekû řojî asman
çaweřwanî ton em gel û hoze
ger biçîye ser kel min her dême lat
gerçî řêgakem her tep û toze
min ew dîmenem çende la cwane
eçîye ser kanî heł’egrî goze
le bîrit mawe çonim temê kird
ke řêy pê girtî kabray boze
ewey min le to gyane gerekme
awazî xoş û dengî piř soze