meken bas

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  261 Dîtin
le diłdarya temen meken bas
heta nebim min lem kare heras
temenim zore û diłîşim lawe
serî xom nakem lem kareda kas
seyrî mêşk û hoş û hestim ken
ke min xom nadem be «heyasî xasKes»
ew cwaney kewa jîr û zanaye
tefre nadrê be kewa û kiras
kêłgey jyanim zerd nebuwe hêşta
le bo dirwêney gerek nîye das
pîşey diłdarî berz û pîroze
be nirxtire le kanî ełmas