beyanî zû bû

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  298 Dîtin
çûme lay nîgar beyanî zû bû
dîdenî řûym zor arezû bû
bełam daxekem lewê nebû yar
bo zyaretî gořistan çûbû
lewê danîştim heta hatewe
hênde giryabû çawî sûr bûbû
diłim hate coş ke bem core dîtim
hoşim le bîr û jîrî mandû bû
pirçî şêwabû be şan û milya
ewey cwan mabû gerdin û řû bû
legeł em şêwey wa şêwaweşa
beramber be min zor şîrîn xû bû