ḧerame pêm

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  301 Dîtin
yekê lew pirteqałey banî singit
bide bem ’aşiqey jîr û giringit
be nermî eyguşim ew pirteqałe
ewî keşyan bequrban bîxe çingit
eto řojî le asoy jîn hełatûy
bide bo gyanî ême sa giznigit
le her lawe temaşaker ke cem bûn
bibînin cwanî bê wêne û ziringit
emin řoḧ pak û çakim xwa enasim
ḧerame pêm guşînî memkî tungit