be tenya ejîm

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  455 Dîtin
zanîwte gyane be tenya ejîm
wek canewerî naw çya ejîm
dû bałim hebû yekêkyan şika
bê bał û peř û bê perwa ejîm
caran car care lêmit epirsî
êstaş biřwat bê be hîwa ejîm
hawserî jînim leber çaw nema
be bê hawser û aşna ejîm
ke bê taqet bûm çûme neynewa
leber tałî jîn bê newa ejîm
sermayey jînim ewende keme
xełk wa’ezanê be hewa ejîm
çunke tarîke siruştî jînim
le naw jûrêka bê çira ejîm
axo to biłêy xwa diłxoşim ka
ke yar bête lam betema ejîm