be qurbante

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  559 Dîtin
řoḧim gîrodey çawî cwante
gerdinim bendî pirçekante
diłim le sayey řûy towe mawe
bequrban ewîş bequrbante
eçim bo gułşen ezanî bo çî?
her bo dîdenî kułmekante
bo ewey řûy to têr temaşa ka
firîştey yezdan wa mîwante
xozge etpirsî emřo le ḧałim
ke çend çaweřêy xoşîy gyante
her min be tenya diłbendî to nîm
perî û perwaneş perêşante