pîşey minałî girtuwe

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  449 Dîtin
yarî bała berzî min pîşey minałî girtuwe
řoḧî êmey her be ẍemzey çawî kałî girtuwe
seyrî sîney meřmeřîm kird û serim sûřma witim
seyre lam em darî serwe pirteqałî girtuwe
kułmekanî wek bilûr mabûn le sałî pêşuwa
êste ew kułme bilûre řengî ałî girtuwe
dił le cwanî ew dem û lêwe xerîke bo fiřîn
her ełêy perwaneye û taze bałî girtuwe
destî qet nagate destî nazkî yarî cwan
bêguman ew ’eşqey řêgey xeyałî girtuwe
«şarîNasnava edebî» zor şaran geřawe şarezay dinya buwe
gerçî lem çerxe jyanî tamî tałî girtuwe