şermesar emênim

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  445 Dîtin
le bo diłdarî şîrînim ebê min guł bikem peyda
egîna şermesarim min emênim her wekû şeyda
le bezim û řezmî gułzara legeł yaranî azada
jyanim têpeřî îmşew le bezmî ’areq û meyda
emin pêwîste têpeř kem jyanim her be diłşadî
bełam çî bikem birakanim eger em kare xwa neyda
ke destim kurte nagate henarî banî sîney yar
be naçarî geřam emşew lenaw baxî guł û beyda
ebê çî bê emin çarem ke bextim yarîdey nada
ke ahim pîşe bê qurban le kat û satî oxeyda