agirî ẍem

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  723 Dîtin
ew nîgarey şew belay minda kewa lay kirdewe
agirî ẍem çî le diłmabû hemûy damirdewe
řûy le min kird û witî mîwanî min be ta beyan
em diłe řencawemî bo lay cenabî birdewe
min ke deskewtim le jîna hawdemîy ew yareye
îke bo çî til bidem herdem be dax û derdewe
pirteqałî sîneym emřo be nermî têr guşî
laybe lîmo gyane çîm dawe be řengî zerdewe
êste diłşadim ke berderganekey yar cêgeme
bo çî îtir min bisûtêm wa be deşt û herdewe
min be ḧał û małî dinya taze hîç karim nîye
herçî hembû řoy be yekcarî be destî merdewe
zor be xoşî min beser pirdî jyana têpeřîm
şew ke gonay nîgarim dî le jêr pirdewe