ger depirsî min leber çî kem dexom

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  6501 Dîtin
ger depirsî min leber çî kem dexom
min be birsî qet mezane, ẍem dexom
awî swêrî çaw û barî tałî lêw
swêr û tałî dem dem û jem jem dexom
ta serî zułifit leser řû ḧełqe da
min wekû marî ser agir xem dexom
awî kewser noşî sofî bê ke min
awî însan, ye’nî maçî dem dexom
şerbetî xewf û řecay eẍyar û yar
tirş û şîrîn hem deçêjim, hem dexom
min le tewrî ’alem û dewrî felek
zerbî lazîb, zexmî bêmerhem dexom
tałî bêyar û dyar û tar û mar
’elqemî çî? erqemî çî? sem dexom!
new’e însanê heye ẍem qûtye
min ẍemî xom û ẍemî ’alem dexom
ẍem dełê: nalîNasnava edebî ke ẍemxiwarîm neka
na’îlacim min benî adem dexom