gurge řeş

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  581 Dîtin
min heme be xwa metirsî gurge řeş
boç hewałî min epirsî gurge řeş
min nîye biřwam be to xawen sitem
zor xirap û çare qursî gurge řeş
qet firîw naxom be lûrey nermî to
załim û le xwa netirsî gurge řeş
kewtîte naw řanekem bê tirs û bak
herwekû şeytanî birsî gurge řeş
zû milî çendan pez û berixt şikand
çil hezar û sed legeł sî gurge řeş
gwêt nedaye deng û hawarî emin
dyare zor bê řeḧim û xirsî gurge řeş
bê guman gum nabê em bêdadîye
lay xwa key ’erş û kursî gurge řeş