hemeřenge

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  480 Dîtin
ewey geřabê be jînî naxoş
gyanî siř ebê be wêney serxoş
ewey bê perwa ejî leser boş
kitlî çayyekey be tiř dête coş
ke le dem derçû parûke û tekoş
sermaye bû be mayey pyaz firoş
serim suřmawe minîş wek «medhoş»
herdû kewtûyne nawşarî xamoş
mey exom be pêk ḧewt û heşt û noş
namewê kesan ke pêm biłên noş
katê mast nema eyjenîn be doş
naçar min eyxom, eger neyxoy toş
řastî koç bika fêr ebîn diroş
eçîne ḧelqey şêxî kone poş
gyanî diz bo zêř zû dête aloş
bo małî ḧeram heyetî peroş
ta neycułênin nayete xiroş
heta kesanî zor xwêřî û xeroş
ger zor be başî řołet bikey goş
ebête kwîlet wek elqey le goş
sermayey jînim hebû çil qiroş
řêstyan lê xwardim be «sitrît filoş»