le çerxî piř le azara

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  371 Dîtin
le çerxî pir le azara eçerxim çeşnî dûçerxe
keçî nagate destim destî nermî ew berxe
temaşay bałexanem kird û yarim dî ke westawe
xway gewre dił û řoḧim bo lay ew dulbere serxe
gelêk pařamewe meylim bidatê herwekû caran
bełam pařanewem giştî lelay ew yare kem nerxe
gerekme xełqî bîzanê ke to şay newciwananî
desa bo řastî watem kułim û dîde û perçemit dirxe