pêm mełên şa’îr

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  379 Dîtin
pêm mełên şa’îr newek xom wa bizanim şa’îrim
pêm mełên zana newek barî nezanî hełgirim
pêm mełên aẍa newek fîzî diro peyda bikem
bo biłindî asman her gerdin û ser hełbiřim
pêm mełên to zîrekî jîrî etirsim wa nebim
min bebê sermaye destî hawłatim nabiřim
pêm mełên to pare to bergî keramet pareke
bergî azadî meḧałe min leberma dadiřim
pêm mełên bo małî mîr amade bim bo nan xwan
awî řûy xom min be pencey pîsî zîllet nasiřim
pêm mełên qet aferîn nek bêm bikewme hełfiřîn
bo fişe û hate û hewa bo ’erşî bała řê kiřim