çiray jyan

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  500 Dîtin
çiray jyan bebê guman ekujêtewe
biřwa meke carêkî tir hełkirêtewe
çiray jyan şûşey şika lêk hełweşa
îtir çilon umêd ekey çak bêtewe
her dirextêk ke wişk bû řeg û řîşey
awî zełmî bikeyte jêr najêytewe
herçî fewta dyare çuwe berew ’edem
tenha nawe her emênê û nabřêtewe
nawîş meger bo hemû kes baqî nabê
bedxiwî nakes ba zîndûş bê etwêtewe
pyawî xa’în wiłatî firoşt bo zêř û zîw
le tewîley pîsî mêjû etlêtewe