awazî nasaz

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  715 Dîtin
ewey awazî nasaze ebê dûr bê letek saza
ewey řewtî wekû qaze ebê nefřê letek baza
ewey pêç û penay zore şeqamî řastî la çewte
ebête kospî řêbwaran kewa biřwa be řêbaza
ewey bêkar û bêçare destî nagate awatî
melêk bałî şika nabê îtir meylî be perwaza
ewey hewłêk neda emřo û sibeynê birsîye û řûte
serî zor berze têkoşer ejî zor çabuk û aza
ewey nazdarî daykî bû ke bawkî koçî dinyay kird
kesas û kase êstake legeł bêkar û bê naza