telarî qesrekey

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  520 Dîtin
telarî qesrekey berze gelêk diłdarekem tuba
eçim naçarîye bîşmikujî baran û befir û ba
nîye hêzê beranber hêzî diłdarî bwestê qet
xisûsen bo ewaney her kewa ẍerqin le aşuba
nîgarim pirtewî nûrî xudaye êwe seyrî ken
çi diłdare çi şîrîne le katî noşî meşruba
le deryay pir şepola keştî jînim her le karaye
le dunya tak û bêbakim minîş wek dewłetî kuba
lelay min karî diłdarî çilon bê wek xełat waye
lemêje min ke řahatûm legeł kirdarî meḧbuba