çi xoşe

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  702 Dîtin
çi xoşe nîweşew destim le gerdin guł ’uzarêka
becêhênanî baxî dił le baẍ û lalezarêka
çi xoşe dabnîşim yar enîsim legeł bade
jyanî wa xoşe řaburê le her bezmî xumarêka
çi xoşe hawdemim yar bê le her satê le her katê
le her yane û ḧesarêka le her dêhat û şarêka
çi xoşe arezûy dił ger řewa bê çon be meylim bê
lenaw baẍ û nizarêka weya koşk û telarêka
çi xoşe maç û mezey mey bê jyan bê řenc û bê wey bê
le cejin û bezmî yarana be neş’ey ’ud û tarêka
çi xoşe behredarêtî le saman û le yarêtî
le her wext û zemanêka le hawîn û beharêka
çi xoşe ẍem terîkim bê sefa yar û şerîkim bê
nezaketdar nizîkim bê leher řeftar û karêka
çi xoşe her wekû sawa ẍemî mirdin ledił derkem
bebê ẍem řakşêm boxom le jêr sayey çinarêka
çi xoşe nakes û naḧez hejar û pest û řîswa bin
minîş xendan û şadan bim le goşey mêrẍiwazêka
çi xoşe zemzemey řexnet zemawend û sefa û ’uşret
legeł yaranî xoş ulfet le yaney bextyarêka