xozge

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  565 Dîtin
xozge diłsozê ke pirsêkî le ḧałî min dekird
seyrî bê çarî û kesasî û nałe nałî min ekird
xozge pence naskê destî exsite ser milim
zor be şîrînî ke çarey jînî tałî min ekird
min gyanim pêşkeş kirdo legeł saman û ser
ew keçî gałtey be gyan û ḧał û małî min ekird
ger kemê bakî le ahî diłbirîndaran ebû
řenge řeḧmêkî becergî wek zuxałî min ekird