mesûtêne

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  587 Dîtin
be şu’ley agirî ’eşqit diłî zarim mesûtêne
çîye tawanî min endamî bîmarim mesûtêne
temaşay řwî gułî to gewretir awatme bexwa
desa yaney umêdî berzî sakarim mesûtêne
ewey nîme û heme hî toye bo toye leber toye
zyan boxote gyane dîn û dînarim mesûtêne
le sayey toye serdarî hemû ’uşaqî gerdûnim
fîdat bim řoḧekem dîwanî komarim mesûtêne
lexwa bewlawe tenha her etoy qîbley ’îbadetmî
desa mîḧrabî qîbley řoj û şewgarim mesûtêne