le çawim dem bedem dê co be co firmêskî xwênînim

pênc xiştekî leser ẍezelî kurdî
Li pirtûka:
Şî’rekanî Şukrî Fezɫî
Berhema:
Şukrî Fezɫî (1882-1926)
 2 Xulek  1273 Dîtin
le çawim dem bedem dê, co be co firmêskî xwênînim
birîndarî xedengî ’eşqim û mumkîn nîye jînim
le min êstake bêzare be kullî canî şîrînim
«řefîqî kuncî mîḧnet ’aczin her şew le nałînim
gurêzanin leber lêşawî mewcî eşkî xwênînim»
be narî fîrqetî to cîsim û can û dił ke wa sûta
were řeḧmê be ḧałim ke, fîdat bim, ey melek sîma
be yadî perçem û xałî syah û řûmetit êsta
«egerçî řoj û şew meşẍûłî neẍmey mutrîbim emma
le ẍem xałî nîye satê diłey meḧzûn û ẍemgînim»
ke ewweł min esîrit bûm, be teḧqîq ey senem zanîm
be hîcran demkujî axir nîye řeḧimit be şeydayîm
le sînemda ewa kewtote xwên, zamî diłim dayîm
«tebîb dênin deway derdim bika, xo min zedey dûrîm
bebê darûyî wesłî ew nîye aram û teskînim»
le fîrqet qet nîye ’aşiq esîrî derd û mîḧnet bê
le řêy pêẍembera mirdim îtir ba weqtî wesłet bê
be cananim biłên ta key weha terkî miruwet bê
«eger mumkîn nîye wesiłit, le paş mirdin wesîyet bê
lebatî qewm û xwêşanim leser meytim bika şînim»
leber dergay ewa kewtim, be ah û şîwen û giryan
le řoḧ êstake bêzarim, minî berhem zedey hîcran
eger ew şoxe, min bikujê be şimşêrî biro û mujgan
«şehîdî ’eşqim û memşon û kifnim bo meken yaran
gewahî ḧeşre bo de’way şehadet bergî xwênînim»
minî kuşt axir ew yare, be kes mumkîn nîye çarim
le manim yek nefes mawe, nîye řeḧmê be hawarim
ke despêrin be xakî leḧd, yaran cîsmî bîmarim
«le perdey tahrî ger bê seday ew ’aşiqî yarim
îtir ḧacet nîye, bênin mela bo we’iz û tełqînim»
meke bê menfe’et zarî, meřêje qetrey esrînit
ke siste gerdinî hemmîNasnava edebî nîgarit řuşteyî jînit
şehîdî tîrî mujganit nîşaney cîsmî xwênînit
«’ebes kurdîNasnava edebî! mela’îk dên epirsin mezheb û dînit
ke qadir xoy ezanê min leser kam mezheb û dînim?»