ey dił bo da’îm piř le xeyałî

taze bûkekey nazdarî xusrew
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  326 Dîtin
ey dił bo da’îm piř le xeyałî
ełêy aşewan aşî betałî
cewrî zemane her bo to nîye
sebebî çîye her to enałî
***
boç xeyał nakey be řoj û be şew
lat wekû jehre çi xwardin çi xew
şîrînîş nema ferhadîş řoyî
taze bûkekey nazdarî xusrew
***
bo çî nazanî azar dunyay dûn
cergî hezarî wek toy kirde xûn
bîrî lê bikey beşt her ẍeme
çaw bidere sûř çerxekey gerdûn
***
dunya bo zor kes piştîwanî kird
heşt no řojêke ehat û řaburd
ewîş be mîḧnet be siza řoyî
le małekey xoy her kifnî ebird
***
bo merḧebayî dunyay bê wefa
yek dû řoj leser řûy erz û sema
xot mexere gêj quřawî bê pey
xot řû zerd meke le meydanî xwa
***
hergîz têk meço be bûn û nebûn
her dûkî eřwa leser dunyay řûn
hîç nirxî nîye serwetî dunya
eger ałtûn bê kêwî bêstûn
***
lutfîNasnava edebî derdeket zû bike derman
ba lem dwayye nebî mał wêran
zor xeyał ekey le etwarî xot
ba şêtîş nebê bikewye kêwan