hîç kes napirsê le ḧałî derdim

hewrazî ’umirim
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  642 Dîtin
hîç kes napirsê le ḧałî derdim
le eşkî çawim le ahî serdim
sebebî çîye em giryaney min
bo çî ẍemgîn û da’îm řeng zerdim
***
bo çî ’aciz û bo mał wêranim
bo çî hemîşe çaw le giryanim
bo çî leşkirî ẍem la mîwane
bo çî xermanî ’umrî sûtanim
***
boç wa bê hoş boç wa serxoşim
le ḧewzî mîḧnet boç bade noşim
bê xeber le ḧał diłey piř derdim
wekû tazê bar da’îm řeş poşim
***
kotir exwênê leser gwêy serban
bo çî diłî min ekewête cewlan
herçen peř û bał řa’eweşênî
cergim esûtê her wekû buryan
 
kesê napirsê ke to çi karî
danîştûy ladê ya xełkî şarî
mebestit çîye lem honrawane
be çi core derd to giriftarî
***
nazanim ehlî dozexim ya nar
ya lêm xoş ebê zatî kirdigar
leber gunah û mał wêranî xom
řojî řûnakim bote şewî tar
***
hewrazî ’umirim wa serew lêje
cestem be carê gişt gêj û wêje
witin xořayî hîç sûdî nîye
lutfîNasnava edebî çî ełêy her bo xot bêje