diłe bo dîsan wa lêt şêwawe

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  316 Dîtin
diłe bo dîsan wa lêt şêwawe
boç wekû ferhad cergit biřawe
melûl û ẍemgîn be dem sizawe
derûn piř le êş piř le zûxawe
ey dił binałe şînit le pêşe
qet da menîşe bebê endêşe
xotîş nazanî ke çît le pêşe
çen dawî gewret bo danrawe
hetakû mirdin nazanî be xot
çêy nûsrawe ke çî dête řêt
be çi cor eřoy su’al çî ełêt
xotîş le ḧał xot serit suřmawe
çen kest bînî be bezim û şadî
dem be pêkenîn be dił azadî
çen kesîş řoyî be namuradî
bê xeber bê hoş ke doş dawe
katê ezanî wek teyrî qefes
zelîl û zwîr bê hemser û kes
bê peř û bê bał bê kes û hewes
çaw piř le xwên û mat û damawe
boye min da’îm zar û ẍembarim
da’îm piř êşe diłey bîmarim
hemîşe şîn û giryane karim
le karî xuda serim suř mawe
lutfîNasnava edebî besyetî emca hełsepa
be řastî řûke meydanî xuda
zîkirî ya tewab bêne be dił da
le řica zyatir çît le des mawe