way birader çîm be xom kird min le dunya derbeder

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 2 Xulek  719 Dîtin
way birader çîm be xom kird min le dunya derbeder
taze taze fîkirekem bay dayewe şîn û çemer
çon le xewda bûm heta êstake hey xakim beser
çon le řûm bê min biłêm ummetî tom xeyralbeşerErebî
’umrekem serfî gunahî bê ḧeyayî kirduwe
kirdewey çakem le dunya bo řyayî kirduwe
koşşî řoj û şewm min hewayî kirduwe
dabnîşim deste’ejno mał wêran û řenc xeser
boç le daxa min negrêm boç nenałênim betaw
ba wekû cogey řewan bê ahî serd û awî çaw
’umrekem hate kotayî hake nefsim bû tewaw
’umrî kamîl wa beser çû wam le asogey xeter
pare naka sed peşîmanî le seray mirdinim
kirdewey xom bote tewqî waxraye girdinim
bo qyamet pare naka şîn û giryan kirdinim
çîm be xom kird min le dunya xakim hey xakim beser
hêzî ejnom wa nemawe bendî pîrî wa le pam
ḧukmî çawim řû le xware řeng zerd û bê newam
cestekem giştî ze’îfe wek fener wa têk şikam
wa leser asoge westam her wekû qews û qemer
ḧesrete sed ḧesrete nazanim bo xom çî biłêm
her wekû biniçk leber ba axo kwêye cê û řêm
kirdewey çakem le dunya nekird sa çî biłêm
cennete ya nare cêgem ey bînay dadger
lutfîNasnava edebî bêne yadî xot to ayetî la teqnetwaErebî
sed hezar gunah be carê yek qełem eyka meḧû
qetrey řeḧmet be carê le hemûyan xoş ebû
sed dexałet destedamênim etoy xeyralbeşerErebî