pêm biłên îmřo çi řoje ka’înat hate hejan

beboney koçî dwayî cenabî seyîd eḧmedî xaneqawe
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 3 Xulek  418 Dîtin
pêm biłên îmřo çi řoje ka’înat hate hejan
kewte cunbiş şar û deşt û beynî erz û asman
dengî hawarî melek giryan û şînî îns û can
wa ezanim ke le dunya bote řoj axir zeman
hełsin êwe ey gelî kurd des bikeyne ah û şîn
eşrefî ewladî ḧiseyn ehil û beytî tahrîn
’alîmî ’îlim û terîqet qa’îmî erkanî dîn
řûḧî şad bû seyîd eḧmed îmřo bo daralcinanErebî
werin êwe ta’îfey sadatî kurdistan hemû
yek û dû heryek le layê ko bibnewe zû be zû
te’zîyek seyîd bikeyn çun bo hemûman gewre bû
sêberî ew zate pake girtibûy řûyî cîhan
tacdarî ehil û beyt û me’denî sîdiq sexa
xawenî ’iz û şeref zumrey şîrî etqya
le zemanî bo şeca’et her wekû şay mirteza
cûdî ḧatim her be bîstin cûdî seyîd be ’eyan
katê çûme xaneqah çawim ke gêřa xwar û jûr
fîkirî pêşû kewte yadim seylî eşkim hat be xûř
ahî serdî zerd û sûrim pênîşan dam nefxî sûr
wa ezanim ẍerqî beḧrî ẍem bûyn ser ta pêyan
şerte îtir xizmekan min neçim bo xaneqa
paşî seyîd xom le quř nêm şan û qołim ta be pa
ta bimênim şexsêkî tir peyřewî ew zate kwa
daxekem te’rîfî merdî qet qełem nayka beyan
wa ezanim ême lem çerxe ke dû bałman hebû
çen le xoş û keyf û şadî ḧał û eḧwałman hebû
wa ezanim padşa bûyn gerçî hîç małman nebû
ẍîretî eḧmed û meḧmûd bom buwe řutbey nîşan
daxekem zatî weha lem çerxeda zor kem buwe
bo şîfayî azarî ’alem da’îma merhem buwe
bo hejar û bê newayan ser desey kerem buwe
destî bexşendey be da’îm her wekû deryay řewan
gerçî min her ẍem bixom seyîd le desman wa guzeşt
wa ezanim řûy ser ’erd çołe giştî bote deşt
sa xuda şadî bikey řoḧî be seyranî beheşt
cennetî darelbeqa boy bibête cêga û mekan
way ke ’umirim qet nemênê dunya to bo çî wehay
her demê dostî kesêkî çendî bê şerit û wefay
çendî bê şerim û şi’urî çendî bê fîkir û ḧeyay
seyîdîş wa toy becê hêşt řoy bo daralcinanErebî
lutfîNasnava edebî dunya her wehaye ta beser wefay nîye
her wekû karwan seraye herçî hat û řoyye
seyîdîş elḧemdulîlla xo cêgey xałî nîye
«ḧuseyn» û «kake ḧeme» mewcûde wek şêrî jyan