êwaranê bû le çilley zistan

ẍemî des kurtî (małêkî hawsê naw meḧmûy ebê le kerkûk le sałî 1953 ber gule edrê ewanîş lutfî berpirsyar eken û bend ebê le paş řoj her xoyan waz dênin û ber ebê.)
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 2 Xulek  387 Dîtin
êwaranê bû le çilley zistan
ẍemî des kurtî dû mał û xêzan
le seferda bûm geyştimewe mał
dewryan lêm da gişt mał û minał
bawe le kwê bûy em heftey pêşû
xo ême lêre qet hîçman nebû
řołe řoybûm bo ’eşîretî şwan
bełkû peyda kem şitê bo jyan
hîçim des nekewt xuda kerîme
bo îdarey ’am her ew řeḧîme
katêkim zanî řeşaş û polîs
dewryan girtim damyane ber lîs
qomsêr emir eka bo der şêx letîf
kelebçey biken zor gurc û zerîf
emir qebiz heye derḧeq em zate
curmî gewreye çî desełate
xomîş nazanim esbabim çîye
le xom şik nabem hîç curmim nîye
baran ebarê be taw û tofan
damyane pêş biřo be pêyan
bo polîs xane řewanyan kirdim
le întîzarda řagîryan kirdim
ewarqim řoy bo xizmet ḧakim
minîş le ḧał xom çendê hîlakim
tewqîfî biřî bê su’al û cwab
zor çak bend kiram bê qeyd û ḧîsab
be’zê le hawsê şareza le ḧał
hatin bew şewe pirsyan eḧwał
witim kakegyan xomîş nazanim
şitê şik nabem layeq ’usyanim
wityan ełên to dû şew be bê deng
małî kak meḧmûd dawe ber tifeng
swênd exom ’umirim çil sał tewawe
destim le qebzî tifeng nedawe
qomsêrî řîdar swar seyare bû
bo teḧeřřî mał şêx letîf derçû
bêne sê dînar kirêy seyare
emrî qomsêre çarit naçare