ey dił heta key yarî ẍembarî

estêrey bextim
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  441 Dîtin
ey dił heta key yarî ẍembarî
heta key mîḧnet hem xakesarî
ta key esîrî destî dewran bim
ta key řezîlî naw hawseran bim
ta key derdekem her wa giran bê
ḧałim heta key wa perêşan bê
estêrey bextim ta key bê şewqe
cefa û derd û ẍem le gerdin tewqe
dostî diłxiwazim ta key dujmin bê
’alem bebê sûç qînî le min bê
dirextî bextim ta key bê ber bê
řencî ferhadîm boç bê semer bê
ta key barî ẍem leser şanim bê
le cêgey şadî her giryanim bê
felek ba bes bê dewran bête kam
tawê guşadî bêtewe bo lam
řebî dexîle ba bes bê meynet
’umrêkî kamîl bexşî be řeḧmet
teḧemul keme lay nefsî beşer
řebî řizgarim bikey le xeter
lutfîNasnava edebî çît mawe taze le dunya
pênc û dû řojê ewîş her eřwa