em kuřane çen cwanin

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  336 Dîtin
em kuřane çen cwanin
wek komełê ẍîlmanin
’umer û ’ubêd be cûte
tesbîḧ destyan yaqûte
řeza û fatîḧ lew lawe
pirçyan awrîşmî xawe
yekî tirîşyan mawe
nuredîn nurî çawe
xwên şîrîn û nazdarin
herwek xunçey buharin
awate xwazim hemû
bêne meydan zû be zû
şewqyan hebê wek çira
bo dost û qewm û bira
werbigrin ’îlim û huner
bo nef’î dîn û beşer
agadaryan bê barî
katî nûstin û yarî
bijîn be selametî
dûr le derd û meynetî
lutfîNasnava edebîş her çaweřwane
pê bigen bem zuwane