felek derdekem bo wa girane

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 2 Xulek  310 Dîtin
felek derdekem bo wa girane
bo her beşî min şîn û giryane
felek tû bo çî lêm kewtye ser qar
xwardinit le dem kirdime jehrî mar
felek heta key şîwen û giryan
heta key meynet lenaw hawseran
felek to bo çî wa lêt şêwanim
wekû baz wa bûm bałit şikanim
felek ba bes bê xefet û azar
bo çî bem core min bim giriftar
felek yařebî derdit giran bê
ḧałit wekû min her perêşan bê
dostî diłxiwazit lê kirdime dujmin
kirdit be quřda hezaran wek min
şûşey ḧeyatî çen newcewanan
beberdî ẍezeb hemûyt şikan
řêt lê win kirdim bê delîl mawim
her wekû mecnûn şêt û şêwawim
kewtûme xeyał beḧrêkî bê bin
bûme cêy taney hezaran dujmin
felek tênagem ta key be meynet
ta key ẍem xwarî le derd û zîlet
felek řezîlim lenaw dostanim
ta key bem core ẍem bê mîwanim
ta key peşêwî ḧałî zebûnim
ta key cerg sûtaw dił piř le xûnim
ta key baranî mîḧnet bedewam
ebarête ser diłey bê xetam
ta key řehendey deşt û seḧra bim
ta key esîrî destî beła bim
lutfîNasnava edebî çî ełêy ’eqiłit şêwawe
bextit gîrodey telesim û dawe