diłe be cûte dû mîwanit bû

dû ẍemî gewre
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  403 Dîtin
diłe be cûte dû mîwanit bû
dû ẍemî gewre leser şanit bû
yekê hejarî derdî girane
duwem pîrîye des lêk berdane
nexêr hezare etû nazanî
boye hemîşe ḧał perêşanî
yek ẍemî jine, yek ẍemî minał
hełpey îdarey em sał bo ew sał
řîş û ser sipî didan kel û wel
cestey lar û xwar wek derdî şelel
ḧukmî çawekem da’îm le xware
nałey derûn dê dił bê qerare
ne be şew xewtin ne beřoj geřan
da’îm řeq û řût wek darî xezan
bê naz û ḧurmet naw dost û eḧbab
henasey derûn qirçey wek kebab
lutfîNasnava edebî ẍem mexo dunya fanîye
em ẍeme tenha her bo to nîye