cergim piř le xwên piř derde derûn

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  720 Dîtin
cergim piř le xwên piř derde derûn
herçen seyr ekem řeftarî gerdûn
hîç şadî nîye lem dunyay fanî
piř meynet û ẍem jane jyanî
be şew ẍembarim be derdî zeman
be řoj bêzarim le jîn û jyan
nałey derûn dê wêney nêrekew
çen teqela dem çaw neçlite xew
lebatî şerbet zûxawî cergim
noş ekem qum qum ta dway mergim
mer ew se’ate řakêşim bê ẍem
dûr bim le derd û azar û sitem
řû keme meydan pena her xwaye
çaw eçête xew heta hetaye
dił sarêj ebê le derdî dunya
emênê ḧîsab lay xom û xuda
lutfîNasnava edebî giryan û nałet bê sûde
çunke teme’ û ḧîrist mewcûde