gwê le min bigre ey biray hejar

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 2 Xulek  368 Dîtin
gwê le min bigre ey biray hejar
be’zê ḧekayet bot ekem îzhar
qet xefet mexo bo małî dunya
nebûn çatre bo ḧîsab ew la
eger řazî bî bewey dawye pêt
řojî qeyamet hemûy dête řêt
pêncised sał tewaw sałî qyamet
le pêş dewłemend eçête beheşt
yekem lebarey dînewe bed ḧał
duwem cê dêłî gişt serwet û mał
ewca tê egen kirdewey xoyan
xefet herdûla mayewe boyan
hejar ger bimrê hîç ẍemî nîye
řizgarî le des em nebûnîye
gerçî hejarî derdî girane
bełam ecrekey zor bê payane
le dunyay řoşin be dax û ḧesret
her be ẍemxiwarî her be řezałet
betaybet nebûn le em zemane
taney lê eden xizim û bêgane
wekû geř û guł xoy lê la eden
be çawêkî sûk temaşay eken
ya ełên kabra cêy ẍezeb xwaye
boye hemîşe ḧałî wehaye
ya ełên kabra yekcar çewte
her bo des biřîn řû le mizgewte
ya ełên kabra zor ḧeram xore
boye hejare da’îm bem core
erê kake gyan wa nîye bexwa
teqsîmî ezel beşî xoy exwa
xełqî kirduwe çen derd û zîllet
le beranberî çen naz û nî’met
eger nebwaye xemî feqîrî
be çî der ekewt payey emîrî?
eger nebwaye sermay zistanan
be çî der ekewt lezet buharan?
eger nebwaye pîrî mîḧnetî
be çî der’ekewt gencî lezetî?
eger nebwaye bê ’eqił û cahil
hîç tamî nebû zana û ’aqił
lutfîNasnava edebî hejarî hem ke ’eyb darî
çaw bide řeḧmet ḧezretî barî