tûş cîranî baş sexî û pak dîn

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  346 Dîtin
tûş cîranî baş sexî pak û dîn
bom řewane key řebel’alemîn
çen sałe le dax çerxî řojgar
xwên le çawanim be taw dête xwar
řoj û şew xefet wek tawî baran
ebarête ser em diłey buryan
ne qiseye xoş ne fîkirêkî ḧeq
naşnewî le kes ebedî mutłeq
ya basî ’erde ya meř ya gaye
ya basî biřnew eḧmed aẍaye
ya jin hênane ya ker firoştin
ya muşawrey parêzî dujmin
basî dîn hergîz nîye le bîrî
her bo segîye bîr û tegbîrî
’umrî le dewrî heşta sałane
le lay xoy waye kuřî małane
erê ho kabray bê hoşî ser şêt
řoj û şew da’îm min wa ełêm pêt
dunyat tewaw kird řû bike xudat
tozê bitirse le řojî cezat
hîç gwê nadatê bê ẍem û xeyał
heł estî lelam řû ekate mał
herçî min ełêm hîç sûdî nîye
derdî eḧmeqî hîç deway nîye
lutfîNasnava edebî ba bes bê gifit û goy xořa
her çît wituwe be heba eřwa