kake wa mezan ke zor be bawî

barî ẍemnak
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  408 Dîtin
kake wa mezan ke zor be bawî
le naw ’alemda be deng û nawî
xot le xotewe be gewre mezan
eme ba’îse bo kemî nezan
her kes le mał xoy pyawî tewawe
be qisey minał xoy xełetawe
pyaw ew pyaweye wek darî berdar
semerî bibê bo hemû hejar
delîl bê bo wey řêge nezane
sêber bê bo wey ḧał perêşane
le ser řêgey ḧeq hergîz la neda
beranber le řast paşah û geda
qedrî gişt kesê tewaw bizanê
ḧurmet ’am bigrê heta etwanê
qet meẍrûr nebê be kirdewey çak
dwayî boy ebê be barî ẍemnak
nełêy min begim weyaxo aẍam
ya qazî ya şêx weyaxo melam
nełêy min heme zêř û mułk û mał
koşk û telar û zexîrey çen sał
emane hemûy ’etay mewlaye
çi core fikirê leser todaye
şukirane bike le dergay barî
kirditî be beşer benaw û dyarî
lutfîNasnava edebî bes bidwê le karî ’alem
pey pey hełkêşe henasey matem