dił zor xembare ’aciz û bê kes

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  387 Dîtin
dił zor xembare ’aciz û bê kes
kiz û damawim bê şewq û hewes
řoj û şew karim bote şîn û zar
zor perêşanim le cewrî řojgar
penam her be to bînay banî ser
řizgarim bikey le řojî meḧşer
agirî xefet sûtanî cergim
gîrodey bełam nizîke mergim
bê hawřê û yawer bê piştîwanim
be xefet řoyî ’umir û jyanim
ey biray azîz řû bikene xwa
qet diłşad meken be małî dunya
herçî ke heye namênê û eřwat
dunyay bê beqa le nawî ebat
zor bê wefaye bo kes namênê
tenha her çake nawî emênê
lutfîNasnava edebî besyetî dunya perestî
řû bike xuda ta key bê hestî