erê birader epirsî ḧałim

jyanêkî tał
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  422 Dîtin
erê birader epirsî ḧałim
wek teyrî zamar şikeste bałim
’aciz û peşêw damaw û ẍembar
mirdin lam xoşe le jînim bêzar
řoj û şew da’îm wam le meynetda
le jêr barî ẍem le řezaletda
firmêskî çawim wek cogey řewan
ebarête ser em diłey buryan
ẍem le her çwar la dewrî lê dawim
nemawe taqet twana û tawim
’umrî piř xefet jyanêkî tał
cerg û henawim bote koy zûxał
meḧrûm û bê beş le pişt û cergim
řojê hezar car temennay mergim
gîrode û zelîl jêr barî negbet
řojê be çen cor ekewme zîllet
sa xuda bese ey perwerdigar
le ḧałî ’alem her toy agedar
qetreyî řeḧmet le beḧrî bê pey
be bendey hejar sa to ’eta key
derbaz ke lutfîNasnava edebî le naw beḧrî ẍem
ba bes bê îtir henasey matem