ẍem le banî ẍem derdim karîye

kizey derûn
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  682 Dîtin
ẍem le banî ẍem derdim karîye
xurd û xwardinim le bê ’arîye
gîrodey dawî beła û negbetî
tûşî siza û êş derd û meynetî
serapa endam esîrî derde
gîrodey beła û henasem serde
be şew le şîndam takû beyanî
katê heł estim be dił giranî
le xemî xom û nexoşî û pîrî
kizey derûn û ḧuzin û zwîrî
’eqiłim nemawe şi’ûr nazanim
da’îm dił şêwaw, zor perêşanim
ewen ẍemgîn û derûn piř derdim
eweye ba’îs giryanî serdim
le layê xefet bo jîn û mergim
layê qirçey dê henaw û cergim
lutfîNasnava edebî mexewe mexo quř beser
řûke baregay şay xîralbişirErebî