nazanim mame ḧeme bo çî wa bê xeberî

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  524 Dîtin
nazanim mame ḧeme bo çî wa bê xeberî
tedarkit ḧazre me’lûm leser seferî
sefereket zor dûre bo çî řêge nazanî
eḧwałîş hîç napirsî xotîş wa bê xeberî
şew û řoj řanawestî le kesbî dunyayî dûn
se’atê ẍafił nabî le ẍem û derdeserî
bo tema’ zor gwêt sûke çunke zererte kake
bełam zor keř û bê gwêy le qisey pêẍemberî
îmřo sibeynê eřoy bo řêgey axîret
řû le gořistan ekey bê kes û qelenderî
çare û dermanit nakirê be mał û minał û jin
ewca peşîman ebî ełêy xakim be serî
’umirit wa le ḧeftaye pat le heşta danawe
taze dûkan da’enêy temay mîwe û semerî
dunyat ledes çû me’lûm xefet bo ew la bixo
leser em eḧwałe bî yeqîn ehlî seqerî
em qisane to eykey lutfîNasnava edebî bo mame ḧeme
wa ezanê ke baye eda le tewqî serî