dexîlim ey diłî ẍemgîn çîye dîsan ke şêwawî

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  461 Dîtin
dexîlim ey diłî ẍemgîn çîye dîsan ke şêwawî
zemanê bû kemê şad bûy ke çî dûbare damawî
wekû teyrêkî zamarî esîrî jêr desî waşey
nîye řizgarî û hergîz ebê bitxate nêw dawî
zemaneş her legeł toda be da’îm dujminî xwênxiwar
le paşanîş wekû řawçî eka řawit le nakawî
hezaranî wekû to wa esîrî çerxî gerdûne
ebê to taze çî bikey tû be wêney qîme çinrawî
were emcare bo xot goşegîr be û to le ’alem dûr
leser em fîkire bê me’lûm bizane řojê fewtawî
heta mawî le dunyada mutî’î emrî barî be
ke ’umrêkî kem û kurte hemûy dane le pênawî
were lutfîNasnava edebî be merdane muqîmî kuncî xełwet be
le bazařî felek dûr be mîsalî beḧre gêjawî