ey xuda çî bikem ’eqiłim şêwawe
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
1 Xulek
512 Dîtin
ey xuda çî bikem ’eqiłim şêwawe
beharî ’umirim wişk û bê awe
carê řû le xwar carê le jûre
gah le sêbere, gah le hetawe
xoyşî nazanê xerîk çi kare
be des xoyewe serî suř mawe
pêy ełêm hejar boç wa zwîrî
řastim pê biłê çît lê qewmawe
bełkû des kewê dermanî derdit
diłî bîmarit wa bê hoş mawe
bo xot bigeřê be keyf û seyran
bê şik aşûbît wa be duwawe
êsta nazanî manendî ḧeywan
ser biřîneket le dwawe mawe
çunke nazanî to bo çî hatî
egeřêy bê hoş le řûy dunyawe
xuda toy bo çî bo em dunya nard
êsta toyş emirit be pişt gwê dawe
ebê bizanî bê siř nehatî
be xořa hîç kes xełq nekirawe
dermanit nîye şêtî bê xeber
lutfîNasnava edebî bizane zorit nemawe