diłe şîwen ke karit tewawe

hełse wekû merd
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  350 Dîtin
diłe şîwen ke karit tewawe
řegî ḧeyatit wa bedem bawe
xermanî ’umirit hełgirt tewawî
hełse wekû merd ewey ke mawe
îtir dił mede be îşî dunya
taze le des çû zorit nemawe
řewneqî çawim tem û toz eka
demarî gyanim sîs û jakawe
xomîş hemîşe bêzarim le xom
derdî bê derman dewrî lêm dawe
kewtote pêşim beḧrêkî bê pey
hezaran wek min têda xinkawe
her xom mał kawil lem darî dunya
dû lam le kîs çû dił xerîk mawe
îmřo dwa řojî jînî dunyame
kuncî gořistan bom danrawe
derd û meraret cumle bo min bû
boye wicûdim zerd hełgeřawe
barim girane řêgem zor dûre
dił le ḧesreta şûşey şikawe
xwardinim jare, xewnim giryane
nazanim çonim çîm lebar mawe
defterm syah, gunahim zore
xuda xoy delîl hemû damawe
minîş peşîman bê çare û bîrim
řûy bê destî xom bo to hênawe
řeḧmê ke le ḧał bendey bargiran
řizgarim bikey řojî cezawe
lutfîNasnava edebî ẍem mexo řesûlî cîhan,
mijdey be řica bo alî dawe