ey dił sakin be taze çît mawe

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  481 Dîtin
ey dił sakin be taze çît mawe
wek darî xezan wişkî be pawe
çawan bê ḧukim cestey lar û xwar
pêstî wicûdit sîs û jakawe
bes bike xeyał lezet dunyay řûn
hełsukewt ekey be bay fenawe
taze be to çî řûy newcewanan
şox û nazdaran wek guł xemławe
bazař û cade û baxat û gułzar
be to çî beheşt her seyrî çawe
hetakû genc bûy zemanit wa bû
cwanî to řoyî be dem sizawe
taze wa pîr bûy dunyat ledes çû
kifin gořeket ḧazir kirawe
hełse firsete řû le ta’et ke
em heşt no řojey ’umirit ke mawe
lutfîNasnava edebî ẍem mexo dunya her waye
zor kes lem řoje ciger biřawe