mame xile sware leser kerêkî dêze

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  336 Dîtin
mame xile sware leser kerêkî dêze
me’lûme le kerekey xoy zyatir behêze
hegbeyekî biçûkî wa lebin daye dyare
be ’eqłî min wehaye hegbekey pê le gwêze
bela û nîwî swar buwe kiławî danawe lar
le lay xoy waye ’eynen ḧakmekey tewrêze
car be carê be leqe lêy exuřê be tundî
ełêy řostemî załe swar buwe le şewdêze
keway çadir leber kułebałêkî diřaw
derpêy cawe me’lûm kiras saẍ û bîze
ke dête ser giftugo ewen tund û meẍrûre
wekû tifenge řeşke dermanî dermanî leser têze
cestey tertîb dirawe be enwa’î ḧemaqet
le dû dunya bê xeber legeł kerî amêze
wa ezanî kes nîye lejêr asmanî xwa
ke meclîs bigrî xoy û fatey jinî be řêze
lutfîNasnava edebî eger pêy biłêy řêgey ḧeq û ’edałet
wek marî mangî nîsan ḧazir û şeřengêze