dił le daxî cewrî dunya piř le azar û ẍeme

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  349 Dîtin
dił le daxî cewrî dunya piř le azar û ẍeme
eşkî çawanim be xuř dê her wekû seylî çeme
seyrî řûy dunya ekem gerçî lelay ’alem řûnak
wek tirî ger seyrî ekey to wa leber çawim teme
her binałim min be da’îm quř beser xomda bikem
derḧeqî bextî bed û ya tal’î řeş her keme
tûlî ’umirim řabward giştî ẍem û derd û xefet
hîç serim xałî nebû le musîbet û sedeme
lazme emcare min ser hełgirim bo xom biřom
bełkû řeḧmê ka xudawend her ewî cêy kereme
namewê lîbasî çak û xwardin û te’mî lezîz
çunke lew řojey ke bûme bergî min her mateme
gileyî bo çî ekey lutfîNasnava edebî leteqdîrî xuda
şukirî zatî ḧeq bike bo derdî dił wek merheme