řojê le teqdîr bînay lamekan

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  299 Dîtin
řojê le teqdîr bînay lamekan
řêgem kewte naw ’eşîretî şwan
řêm kewte dêy naw «cewecewe»
ew şew lew dêye bibwîn be mîwan
nawî xanexwê kake şêx ’elî
agadarî bê ḧezretî yezdan
newek le hawîn newek le buharî
fesil çi we’de le çilley zistan
wextê dabezîn ême dû swar
leşman teř bibû leberî baran
aferîn bo to ewladî ḧeyder
wekû beçke şêr derpeřî lelan
mayînî wergirt agirî hełkirit
des becê çayey hênaye meydan
ew şew lewê bûyn bekeyf û ’uşret
subḧeynê seḧer ledemew beyan
dîsan agirî kirdewe derḧał
hênaye meydan pyałe û îstîkan
semawercoşa ça’amade bû
hêlkey birjawwilegeł mast û nan
le paş nan xwardin tewdî’î kirdîn
geřaynewe dwa ẍeyet şadûman
baqî eḧwałat ewel ta axîr
seranser boto giştim kird beyan
’erzî siławî be sozim heye
le xizmet xot û cûte ḧorîyekan
lutfîNasnava edebî mîwan bûy yek taqe şewê
řêz û xizmetî bê ḧed û payan